Dêrezor-SANA
Duh Duşemê, di encama teqîna parçeyekî nenas de dema ku wan pê dilîst, li gundê Feyde Îbn Muweyne’ yê li gundewarê Meyadînê li parêzgeha Dêrezorê, çar zarokan jîyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.
Rêveberê Tenduristîyê li Dêrezorê Nesir El-Elwan di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku di encama teqînê de du zarok gihane Nexweşxaneya Niştimanî; yekî ji wan jîyana xwe ji dest da û yê din jî dermankirina pêwîst werdigire.
Ji alîyê xwe ve, Ezîz El-Falih bavê zarokê birîndar got ku çar zarokan jîyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû, dema ku wan li gund destwerdan di tiştekî nenas de dikir.