Şam – SANA
Çavkanîyekê di Wezareta Navxwe de ji bo SANAyê eşkere kir ku lêpirsînên destpêkê yên ligel wan 9 firokevanên ku vê dawîyê li Laziqîyê hatin desteserkirin, nîşan dan ku wan ji destpêka Şoreşa Sûrîyê ya pîroz ve zêdetirî 3,200 demjimêrên firînê û gerên esmanî tomar kirine û êrîşên esmanî li ser gelek deveran encam dane.
Wê çavkanîyê ji bo SANAyê ragihand ku firokevanan cureyên cuda cuda yên balafirên şer bi kar anîne; ya herî dîyar helîkopterên êrîşkar ên ji cûreya “Mil Mi-24”, û balafirên şer ên jet ji cûreya “Su-22”, “MiG-29” û “MiG-21”.
Wan êrîşên esmanî li dijî gelek herêman pêk anîne, nemaze Xûteya Rojhilat, bajarê Helebê û gundewarê wê, Dêrezor û gundewarê wê, her wiha gundewarê Hemayê.
Her wiha da xuyakirin ku erkên wan firokevanan curbecur bûn; ji wan a herî berbiçav encamdana ger û operasyonên şer, bombebarankirina çeperên şoreşgeran, cihên niştecîbûnê yên sivîlan û sazî û xalên girîng ên jîyanî bûn, ligel cîbicîkirina erkên piştevanîya esmanî ya ji nêz ve, keşif û destnîşankirina armancan.
Wê jêderê bal kişand ser wê yekê jî ku ew firokevan her wiha beşdarî veguhestina efserên rejîma rûxîyayî bo herêm û enîyên şer bûne.