Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê îro Yekşemê, kempîna “Def’et- Belai” li parêzgehên Şam, Heleb, Hims, Hema û Idlibê da destpêkirin. Ev kempîne bi piştgirîya Sazîya Qeter a Xêrxwazîyê ye û ji alîyê Sazîya Sûrîyê ya Hawarçûn û Geşepêdanê (SRD) ve, bi amadebûna Alîkara Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Ebîr Qudsî û Balyozê Qeterê li Şamê Xelîfe bin Ebdullah Al Mehmûd, tê cîbecîkirin.
Kempîne ji Nexweşxaneya Neştergerîya Dil a Zanîngehê dest pê dike, û armanca wê ew e ku zêdetirî 830 neştergerîyan di warên “operasyonên dilê vekirî, çaksazkirina dilên zarokan ên şêwandî, çandina amûrên bihîstinê di beşê guh ê hundirî de û rahiştina ava spî ji çavan ” bi cih bîne.



