Şam – SANA
Rêveberê Tendurustîya Şamê, Dr. Wail Duxmuş, ragihand ku her du teqînên ku îro Sêşemê li nêzî Wezareta Geştîyarîyê rû dan, bûn sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 31 kesên din bi birînên cuda duda.
Duxmuş dîyar kir ku birîndar li ser nexweşxaneyên Şamê, El-Muwasat a Zanîngeh, Ibn El-Nefîs û El-Şamî ya Taybet hatine belavkirin. Her weha got jî ku çar kes ji wan birîna wan giran e, hewcedarî neştergerîyê bûn, lê birînên din ên sivik û navîn yekser xizmetguzarîyên bijîşkî yên pêwîst ji wan re hatin pêşkêşkirin.

Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Nexweşxaneya Şamê, Mihemed El-Ekte’, tekez kir ku kadroyên bijîşkî û perestarîyê, piştî rûdana bûyerê, yekser ketine amadebaşîyê, wî got ku ji bo piştgirîya beşa hawarçûnê, pêşwazîkirina rewşên nelezgîn hate rawestandin.

Her wiha, destnîşan kir ku sê neştergerîyên serkeftî ji bo birîndaran hatine kirin û rewşên aram bo beşên hundirîn hatin veguhastine.