Şam-SANA
Sendîkaya Dermansazan a Sûrîyê tekez kir ku ew lîsteya ku li ser rûpelên torên civakî derbarê nirxê dermanan de tê parvekirin, ne pejirandî ye û ji alîyê ti sazîyeke fermî ve nehatîye derxistin. Sendîka vê lîsteyê red dike û dîyar dike ku di bin tu şert û mercan de nabe mirov xwe bispêre wê an li gorî wê kar bike.
Sendîkayê tekez kir ku divê tenê pabendî belavok û biryarên ku ji Wezareta Tenduristîyê û Sendîkayê bi rêya kanalên fermî derdikevin bin, û banga neparvekirina tu agahîyên nebawer ên têkildarî nirxê dermanan an birêkûpêkkirina karê dermansazîyê kir.
Hêjayî gotinê ye ku Sendîkayê bang li dermansazan kir ku bi hûrbînî û berpirsyarîya pîşeyî tevbigerin, û her naverokeke xapînok an nefermî ragihînin, da ku pîşe were parastin û aramîya sektora dermanan were mîsogerkirin.