Şam – SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê bidawîbûna kampanya vaksînlêdana hecîyan bi rêjeya 90% ragihand, ligel berdewamîya pêşwazîkirina kesên derengmayî heta dawîya meha Gulanê.
Wezareta Tenduristîyê ragihand ku heta 18ê Nîsanê 18.649 hecî bi her du derzîyên “Sihaya û Covid-19” bi belaşî hatine vaksînlêdan. Koordînatorê tenduristîyê Amir Teyibî piştrast kir ku navend dê ji bo kesên ku vaksîn wernegirtine heta dawîya Gulanê vekirî bimînin, û destnîşan kir ku kêmbûna hejmaran, ji ber hebûna hinek hecîyan li derveyî welêt e.
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê di 25ê Adarê de dest bi dayîna vaksîn û bawernameyên vaksînkirinê yên pejirandî li navendên xwe yên navdewletî kir, wek pabendbûna bi mercên tenduristîyê yên ku Erebistana Siûdîyê ji bo demsala hecê dîyar kirine.