Enqere-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî bi Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Profesor Kemal Memîşoglû re, li Enqereya paytexta Tirkîyê, asoyên xurtkirina hevkarîya tenduristîyê di navbera her du welatan de û rêyên pêşxistina binesazîya nexweşxane û sazîyên tenduristîyê gotûbêj kirin.
Wezareta Tenduristîyê, di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê, eşkere kir ku di gotûbêjan de çendîn dosyayên têkildarî dabînkirina amûrên bijîşkî û dermanan, perwerdekirina kadroyan û pêşxistina xizmetguzarîyên tenduristîyê hatin nirxandin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Tenduristîyê di meha Kanûna borî de jî bi şandeke Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê re, bi serokatîya birêvebirê beşa derve Mistefa Taşkin, rêyên xurtkirina hevkarîyê di warê tenduristîyê de gotûbêj kiribûn.

