Gundewarê Şamê-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Musʼeb El-ʼEli, îro Pênşemê, yekemîn xeta berhemhênana xwêyên dermansazî li Sûrîyê, li kargeha “Meyamîd” a pîşesazîya dermanan a gundewarê Şamê vekir.
Ev xet salane nêzîkî hezar tonî berhem dide, û alîkarîyê di berhemhênana avên şûştina gurçikan û sîroman de dike. Ev pêngav wekî gaveke girîng e ji bo xurtkirina ewlehîya dermên û gihîştina asta ku têra gelê me bike û hewcedarî anîna jiderve nebin.