Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê, roja 8ê Cotmeha 2025an, li Nexweşxaneya Şamê (El-Muctehîd) beşa şûştina gurçikên zarokan vekir.

Ev beş bi şîyana şeş textan dest bi kar dike û di vekirinê de Parêzgarê Şamê Mahir Merwan Idlibî jî amade bû.
Parêzgarê Şamê tekez kir ku ev beş dê barê li ser nexweşxaneyên din siviktir bike û dê derfetê berdest bike ku hejmareke zêdetir a nexweşan werin dermankirin.
Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê, Dr. Ebdo Mehellî, ji hêla xwe ve dîyar kir ku vekirina vê beşê di çarçoveya plana wezaretê de ye ji bo berfirehkirina xizmetên şûştina gurçikan û dabînkirina hemû pêdivîyên dermankirinê.

Ev pêngav weke hêvîyekê ji bo nexweşan tê dîtin da ku xizmetên tenduristîyê baştir bibin.
Di heman demê de, Rêveberê Nexweşxaneyê Dr. Tewfîq Hîsaba ragihand ku niha nexweşxane xizmetê dide 8 zarokan û şîyana beşê dikare bigihîje 24 zarokan.
Her wiha Dr. Tewfîq da zanîn ku vekirina vê beşê nîşana başbûna sektora tenduristîyê û bilindbûna kalîteya xizmetên ku ji nexweşan re tên pêşkêşkirin e.