Laziqîyê-SANA
Binkeya polîsan a Cebleyê îro Çarşemê dest bi radestkirina nasnameyan bo endamên “rejîma hilweşîyayî” kir, yên ku rewşa xwe ya qanûnî sererast kirine; ev yek di çarçoveya rêkarên vegera wan bo jîyana asayî û tevlêkirina wan di nav civakê de tê encamdan.
Destpêkirina dabeşkirina nasnameyan li ser wan kesên ku par proseyên lihevkirinê temam kirine, wek gavekê ji bo tevlêkirina wan di jîyana sivîl de.
Îbrahîm Lewho kêfxweşîya xwe bi wergirtina nasnameya xwe ya piştî lihevkirinê anî ziman, û tekez kir ku ev yek wê dawî li sînorkirinên hatûçûna wî bîne û rê bide wî ku serî li kar û wezîfeyan bide.
Hêjayî gotinê ye ku ewlehîya Laziqîyê ji 24ê Cotmeha borî ve dest bi radestkirina nasnameyan ji bo kesên lihevkirin kirine, kiriye, ev yek bi rêya wergirtina daxwazên wan li hemû beşên polîsan ên çalak tê kirin.




