Rêvebirê Ewlekarîya Hundirîn Ibrahîm el-Mewas eşkere kir ku wendabûna hevwelatîya ji Dêr Şimeyil ne bûyereke revandinê bû, lê ew rêkeftinek di navbera wê û du kesan de bû da malbata wê bixapînin.
Piştî şopandina wan, ew di malekê de li derdora Misyafê hatin dîtin û çek û madeyên hişbir ligel wan hebûn.
Piştî lêpirsînan, hat naskirin ku wan bi plan ev çîrok çêkiriye û karên dervî yasayê wek vexwarina madeyên hişbir û kiryarên cinsî yên dûrî exlaqên civakê kirine. Kesên sûcdar ji bo cîbicîkirina yasayê bo alîyên peywendîdar hatin veguhestin.


