Heleb-SANA
Rêveberîya Ragihandina Helebê ragihand ku rêxistina HSDê duh Pêncşemê rê li ber derketina sivîlan ji Dêr Hafir û Meskeneyê ber bi herêmên kontrola dewletê ve girt, û nehişt ew di korîdora mirovî ya Himêmeyê re derbas bibin, ku ji alîyê rêveberîya herêmê ve bi hevahengîya ligel Desteya Operasyonên Serbazî hatibû ragihandin.
Di heman çarçoveyê de, Rêveberîya Ragihandina Helebê dîyar kir ku parêzgeha Helebê bi rêya alîyên xwecihî li Dêr Hafir û Minbicê bersiva pêdivîyên şênîyan daye, û hejmarek navendên hewandinê yên demkî li Minbicê vekirine.
Rêveberîyê tekez kir ku berdewamîya van reftaran û redkirina pabendbûna bi desthilata dewlet û sazîyên wê, rêxistina HSDê dike çavkanîya fikara Sûrîyan, ji ber ku ev yek gefê li jîyana wan a ewle dixwe û astengîyan datîne pêşîya geşepêdan û aramîya welêt.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê duh vekirina korîdoreke mirovî ber bi bajarê Helebê ve bi rêya gundê Himêmeyê li ser rêya M15ê ragihandibû. Hat dîyarkirin ku ev korîdor dê ji saet nehê sibehê heta saet pêncê êvarê vekirî be ji bo ewlekirina derketina şênîyan ji herêmên rojhilatê Helebê.