Heleb-SANA
Hêzên Ewlekarîya Tawanbarîyê li bajarê Helebê, kujerê ku malbatek li taxa Sebîl kuştibû girt. Ku di encama vê tawanê de malbateke ku ji çar kesan pêk dihat (bav, dê û du zarokên wan) bûbûn qurbanî. Kujer di kêmtirî şeş saetan de piştî rûdana tawana kuştinê hat girtin.
Wezareta Navxwe bi rêya kenala xwe ya Telegramê ragihand ku alîyên peywendîdar yekser piştî rûdana tawana kuştinê dest bi lêkolînan kirin, û di demeke kurt de nasnameya kujerê bi navê “M.R” nas kir û ew girt.
Wezareta Navxwe her wiha dîyar kir ku li gorî agahîyên destpêkê, tawan ji ber nakokîyên malbatî pêk hatiye.