Gundewarê Şamê-SANA
Parêzgarê Gundewarê Şamê Amir El-Şêx ligel şandekê ji kesayetên olî û civakî yên herêma Cebel El-Şêx û her du bajarên Sehnaya û Eşrefîyea Sehnaya, rewşa ewlehî û mirovî û rêyên xurtkirina aramîyê û parastina aştîya civakî li herêmê nirxandin.
Endamên şandê tekezî li ser piştgirîya xwe ya ji bo yekparçeyîya Sûrîyê kirin û bangên cudaxwazî û dabeşkirinê red kirin. Wan her wiha girîngîya pêkanîna dadmendîyê di navbera hemû welatîyan de di bin sîwana qanûnê de nîşan da.
Ev hevdîtin di çarçoveya berfirehkirina hevkarîyê ligel kesayetên herêmî ji bo xurtkirina aramîyê û tekezkirina li ser yekparçeyîya xaka Sûrîyê û serwerîya qanûnê pêk tê.

