Şam-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan di Wezareta Parastinê de piştrast kir ku rêxistina HSDê sê roj in li pey hev êrîşên xwe li dijî xalên artêşê û niştecihan li parêzgeha Helebê dijwar dike.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan ji SANAyê re dîyar kir ku berî demekê rêxistina HSDê xaleke artêşê li derdora taxa Şêx Meqsûdê kir armanc, ku di encamê de leşkerek şehîd bû û pênc kesên din birîndar bûn. Her wiha hat gotin ku HSDê çend taxên bajarê Helebê yên li tenişta taxên di bin kontrola wan de ne, kirin armanc; di encama van êrîşên berdewam de heta niha 3 şehîd û zêdetirî 12 birîndaran di nav sivîlan de hene, tevî zirarên mezin ên ku gihîştine mal û milkên xelkê.
Rêveberîya Ragihandinê piştrast kir ku artêşê cihên avêtina topan û dronên rêxistina HSDê kirine armanc û karî hejmarek ji wan tevî depoyeke cebilxaneyê têk bibe.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan di Wezareta Parastinê de got: “Rêxistina HSDê careke din piştrast dike ku ew peymana 10ê Adarê nas nake û hewl dide wê pûç bike û artêşê bikişîne nav şerekî vekirî ku qada wî ev rêxistin dîyar dike.”