Dêrezor-SANA
Tîmên Parastina Sivîl û kadroyên Şirketa Sûrî ya Petrolê agirekî ku bi devikê xeta gaza El-Cibsa bi tîreya16 înç ketibû, li herêma El-Şolayê ya li gundewarê Dêrezorê, bêyî ku kesek birîndar bibe, vemirand.
Şirketa Sûrî ya Petrolê, di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê, îro Sêşemê eşkere kir ku ji encama karekî zîyandar, agir bi devikê xeta gazê ketibû.
Şirketê destnîşan jî kir ku tîmên wê bi hevkarîya tîmên Parastina Sivîl agir vemirand û rewş kontrol kir.
Şirketê bal kişand ser wê yekê ku kadroyên wê û tîmên Parastina Sivîl, piştî rûdana bûyerê yekser çûn cihê bûyerê û tekez kir ku tu kes birîndar nebû.
Kadroyên şırketê jî li gorî rêkarên selametîyê yên destnîşankirî, yekser dest bi rêkarên veqetandina xetê û ewlekirina cih kir.