Heleb-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên EncUmena Gel a Sûrîyê biryarek derxist ku tê de lîsteya destpêkê ya endamên desteya hilbijêr li herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eynel-Ereb)ê li parêzgeha Helebê cih digire.
Komîteyê îro Duşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku ev biryar li gorî bendên Danezana Destûrî, bendên mersûma hejmar (66) a sala 2025an, bendên mersûma hejmar (143) a sala 2025an, û daxuyanîya binkomîteya lîsteya destpêkê ya endamên desteya hilbijêr di dîroka derketina vê biryarê de hatiye girtin.
Komîteyê da zanîn ku ew dê lîsteya dawî ya endamên desteya hilbijêr li herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eynel-Ereb)ê li parêzgeha Helebê, ya ku rêjeya qanûnî ya herêmê li gorî pergala hilbijartinê ya demkî li xwe digire, ji nav lîsteya destpêkê hilbijêre.
Komîteyê li dawîyê jî tekez kir ku her kesê xwedî berjewendî dikare li dijî lîsteya destpêkê ya endamên desteya hilbijêr nerazîbûnê pêşkêşî komîteya îtîrazan a taybet bi parêzgehê bike, di rojên 18 û 19ê vê mehê de.




