Heleb – SANA
Komeleya Bijîşkî ya Sûrî-Amerîkî (SAMS) duh Şemîyê, 4emîn Konferansa Bijîşkên Nexweşîyên Gurçikan li Otêla Sheratonê ya Helebê li dar xist.
Di konferansê de bijîşkên pispor, bijîşkên niştecih, her wiha bijîşkên Sûrî yên ji hundir û derveyî welêt beşdar bûn.

Ev çalakî hevdem e ligel xizmetên taybetmend ên bêpere ku ji alîyê şandeya bijîşkî ya komeleyê ve li hin parêzgehên Sûrîyê di meha Îlonê de tên pêşkêşkirin.
Rêveberê Rêxistina SAMSê Dr. Ehmed Usame El-Rîfa`î di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihand ku ev konferans derfetê dide bijîşkên niştecih ku lêkolîn û babetên bijîşkî pêşkêş bikin û ligel hevpîşeyên xwe gotûbêj bikin.
El-Rîfa`î her wiha bal kişand ser girîngîya beşdarîya wan bijîşkên Sûrî yên ji derveyî welêt hatine di piştevanîya perwerdeya bijîşkî û danûstandina ligel kadroyên ciwan, ku ev yek di bilindkirina asta tenduristî û fêrbûnê de li Sûrîyê xwedî roleke girîng e.
Ji hêla xwe ve, Pispora Radyolojîyê (tîrêjê) Dr. Dîma Qesebcî di daxuyanîyekê de amaje bi girîngîya piştevanîya bijîşkên niştecih û sûdwergirtina ji ezmûnên bijîşkên Sûrî yên li derveyî welêt kar dikin kir, ku ev yek rasterast di pêşvebirina perwerdeya bijîşkî de dibe alîkar.





