Şam – SANA
Bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri`, Wezareta Karên Giştî û Niştecîkirinê û Wezareta Geştyarîyê peymaneke çarçoveyî ji bo pêşxistin û avakirina komelgehên niştecîbûn û geştyarî ligel Kompanya “Eagle Hills”ê ya Îmaratî îmze kir. Ev pêngav di çarçoveya çalakîya bi navê “Veberanîn li Sûrîyê û Projeyên Destpêkirî” de pêk hat ku li Koşka Gel li Şamê hat lidarxistin.
Ev peymana çarçoveyî her du projeyên “Girên Şamê yên Eqarî” û “Laziqîyê ya Geştyarî” li xwe digire.
Wezîrê Karên Giştî û Niştecîkirinê Mistefa Ebdilrezaq piştî îmzekirinê di gotarekê de anî ziman ku ev peyman di rêça jinûveavakirina Sûrîya nû de qonaxeke girîng nîşan dide; ji îmzekirina peymanekê û destpêkirina du projeyan wêdetir e û derbasbûna ji qonaxa dîtin û plansazîyê ber bi qonaxa hevparî û cîbicîkirinê ve raber dike.

Mistefa Ebdilrezaq da zanîn ku ev rêkeftin encama xebateke berdewam a sazûmanî ye ku dezgehên hikûmetê, binesazîya niştimanî û gelek sazîyên veberanînê tê de beşdar bûne, bi mebesta çêkirina hevsengîyê di navbera hewcedarîyên geşepêdanê, parastina berjewendîya giştî û kişandina sermaye û pisporîyan de.
Wezîrê Karên Giştî û Niştecîkirinê dîyar kir ku mijara niştecîkirin û geşedana avahîsazîyê yek ji wan astengîyên herî mezin e ku di salên bê de rûbirûyî Sûrîyê dibe. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku li gorî pêşbînîyên wezaretê, eger demildest bersiv neyê dayîn, dibe ku heta sala 2030î kêmasîya xanîyan 2 milyon yekîneyên niştecîbûnê derbas bike; pêdivîya vê yekê jî bi rêçên hevgirtî heye ku hevsengîyê di navbera geşepêdan û zêdebûnê de peyda bikin.
Her wiha eşkere kir ku xebat li ser dariştina stratejîyeke niştimanî ya hevgirtî ji bo niştecîkirinê berdewam e; ev stratejî ji çareserkirina yekîneyên niştecîbûnê yên cuda ber bi birêvebirina pergaleke seranserî ve pêngavan diavêje ku ji erd, plansazî û qanûnan dest pê dike, dabînkirina binesazîyê, fînansekirin û veberanînê li xwe digire, heta digihîje cîbicîkirin û avakirina komelgehên avahîsazî yên jîyanbar.
Ebdilrezaq destnîşan kir ku ev sîstem niştecîkirina civakî, yên hêsankar, navîn û yên veberanînê li xwe digire; projeyên stratejîk ku îro tên destpêkirin xelekên hevgirtî yên sîyaseta niştimanî ya yekgirtî ne, ku alîkarîya zêdekirina derfetan û livandina aborîyê dikin û dihêlin dewlet çavkanî û amûrên xwe zêdetir arasteyî tiwêjeyên herî hewcedar bike.
Mistefa Ebdilrezaq dupat kir ku armanc ew e sektora niştecîkirinê ji bargiranîyeke li ser milê dewlet û welatîyan bibe yek ji alavên geşbûna aborî û aramîya civakî li Sûrîyê, ligel piştgirêdana bi rola sektora taybet ji bo pêşkêşkirina pişkdarîya herî mezin di qonaxa bê de.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku giringîya peymanê di wan projeyên avahîsazîyê de ye ku wê jê derkevin, tevî her du projeyên ku dê rasterast bikevin warê cîbicîkirinê.
Wî eşkere kir ku li gorî pêşbînîyên seretayî, projeyên heyî yên ku dê bikevin qonaxa cîbicîkirinê dikarin zêdetirî 95 hezar derfetên kar di qonaxên avakirin û xebitandinê de û zêdetirî 23 hezar derfetên kar ên mayînde peyda bikin; ji bilî bandora wan a li ser beşên avakirin, pîşesazî, xizmetguzarî, geştyarî, zincîreyên dabînkirinê û aborîya niştimanî.
Ebdilrezaq dîyar kir ku ev proje dê derfetên berfireh ji bo kompanyên peymankar, şêwirmendî, dabînker û şîyanên Sûrî peyda bikin, û hevkarîya ligel ezmûnên navdewletî dê tevkarîyê li veguhestina pisporîyan, xwecihîkirina zanînê û bilindkirina pîvanên plansazî û cîbicîkirinê li Sûrîyê bike.
Ji hêla xwe ve, Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî got: “Peyman hewl dide modelekê ji hevkarîyê re deyne di warê pêşxistina komelgehên avahîsazî û geştyarî yên hevgirtî û domdar de; nirxa vê pêngavê sînorê avahî û sazgehan derbas dike û digihîje peydakirina derfetên kar, vejandina aborîya herêmî û başkirina jîyana wan civakên ku mêvandarîya wan dikin.”

El-Salhanî da zanîn ku Serok El-Şeri` ji rojên destpêkê ve rênimayî daye ku derfetên kar bên xwecihîkirin û geştyarî li parêzgehên cuda bê çalakkirin, da ku sûda geşepêdanê bigihîje jîyana rojane ya welatîyan û civakên herêmî jî beşdarî pêşketinê bibin û mifayê ji samanên herêmên xwe wergirin.
Wî anî ziman jî ku projeyên geştyarî qadên kar û hilberînê ne, û jêderek in ji bo çalakîya aborî di warên mêvandarî, karsazî, xwaringeh, şahî, xizmetguzarî û hwd; her wiha tekezî li ser daxwaza wezaretê kir ku ciwan û xelkê wan herêman beşdar bibin û jêhatîbûn û şîyanên wan bên pêşxistin.
Salhanî destnîşan kir ku perava Sûrîyê xwedî taybetmendîyên xwezayî û geştyarî yên pir girîng in, û projeyeke hevgirtî ku sazgehên geştyarî, qadên niştecîbûnê û xizmetguzarîyan li xwe bigire, dikare hebûna vê herêmê li ser nexşeya cîhanî bihêz bike û piştevanîyê bide aborîya wê.
Wî da zanîn ku pêşbînîyên destpêkê yên ji bo projeya Laziqîyê nîşan didin ku dê zêdetirî 40 hezar derfetên kar ên rasterast û nerasterast biafirîne, ku ji wan zêdetirî 10 hezar derfetên kar ên mayînde ne.
El-Salhanî piştrast kir ku veberanîna serkeftî li ser jîyana xelkê reng vedide û bersivê dide hêvî û daxwazên wan, her wiha roleke rastîn dide xelkê herêmê di warê cîbicîkirin û birêvebirinê de; lewra giringîya hevkarîya ligel veberhêner û pisporîyên navneteweyî di veguhestina zanînê, avakirina şîyanan û pêşengîdayîna pisporî û şîyanên Sûrî de ye.
Navhatî her wisa ragihand ku divê li sektora geştyarîyê wekî qadeke berfireh a paşerojê bê nêrîn; ev qad ligel xebata li otelan, birêvebirin, xizmetguzarî, bazarsazî, rêberîya geştyarî, xwarinçêkirin, veguhastin, organîzekirina çalakîyan, parastina mîratê û pêşengîya karan jî li xwe digire. Lewma projeyên bê dê pêdivîya wan bi ciwanên destpêşxer û xwendewar hebe ku bikaribin wêneyekî Sûrîyê yê bi rûmet nîşan bidin.
Her wiha hêvîya xwe anî ziman ku ev peyman bibe pêngaveke pratîk ber bi wan projeyên ku derfetên rastîn diafirînin, piştevanîya civakên xwecihî dikin û derîyên nû li ber geştyarî û geşbûna aborî vedikin.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Encumena Rêveberîya Kompanya Eqarî ya “Eagle Hills”ê ya Îmaratî Mihemed El-Ebar dîyar kir ku kompanya wan li ser projeya “Bircên Tedamunê” li Şamê û projeya “Eco Life” li Laziqîyê dixebite, û hêvîya xwe anî ziman ku ev proje bibin civakên wisa ku mirov tê de xaniyên guncaw, xizmetguzarîyên baş, derfetên kar û jîyaneke bi rûmet bibînin.

Li dawîyê, El-Ebar bawerîya xwe nû kir ku Sûrîye hêjayî wê yekê ye ku welatîyên wê lê vegerin û karwanê avakirinê bidomînin. Wî destnîşan kir ku kompanya wan dê bi hevkarîya alîyên pêwendîdar û hevkarên xwe hewl bide tevkarîyê di vê vegerê de bike, û bang li hemû veberhênerên Sûrî yên li hundir û derve kir ku veberanînê li welatê xwe bikin û pişkdarî avakirina welatê xwe bibin.





