Dêrezor – SANA
Li devera El-Bisêyreyê ya Dêrazorê, Hêzên Ewlehîya Navxweyî welatîyê bi navê Udey Hemîd El-Abdillah di kêmtirî 12 saetan de ji destê revîneran rizgar kir û radestî malbata wî kirin.
Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li Dêrezorê, îro Duşemê, li ser rûpela xwe ya Facebookê dîyar kir ku operasyonên peyketina revîneran bi rengekî zêde didomin; dorpêçeke ewlehîyê ya berfireh hatiye danîn û rêbendên kontrolê û xalên pişknînê li deverê û derdorên wê hatine bicihkirin, da ku di demeke herî nêz de werin girtin.
Ewlehîya Navxweyî tekez kir ku ew ê bi tundî li hember kesên ku ewlehîyê têk dibin derkevin, da ku aramîya deverê û ewlehîya welatîyan misoger bikin.