Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, hişyarî da ku welat dê ji roja çarşemê 30ê Îlonê êvarî, heta êvara pêncşemê 1ê Çirîya Pêşîn, bikeve bin bandora rewşeke nearamîya keşûhewayê. Ev rewş dê bi baranên dijwar, bahozên birûskî û bagerên xurt derbas bibe û bandora wê dê li ser deverên berfireh ên welêt hebe.
Wezaretê îro Sêşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku dê hin deverên rojava û bakurê gundewarê Şamê, Hims, her wiha hin deverên beravê, Hema, Idlib û Helebê, ta bighîje Reqa, Hesekê û hin deverên Dêrezorê, bikevin bin bandora baranên gur tevî bahozên birûskî.
Wezaretê bal kişand ser texmîna çêbûna parçeyên ewrên reş û tarî û barîna baranên gur ku dê bi bahozên birûskî û barîna zîpikan re hevdem bin. Li gor daxuyanîyê, ew barîn dê li gor deveran ji alîyê dembarîn û gurbûnê ve ji hev cuda bin. Her weha da zanîn ku derfet heye bagerên xurt rabin û bibin sedema çêbûna tozê, her wiha texmîn heye ku bahozên tozê yên herêmî di çarçoveyên cografî yên ku zehmet e cihên wan bên dîyarkirin, çêbin.