Gundewarê Şamê-SANA
Sazîya “Şam a Mirovî” û “Navenda Melik Selman a Alîkarî û Karên Mirovî”, bi hevahengîya ligel Wezareta Perwerde û Fêrkirinê, îro Yekşemê, piştî nûjenkirin û amadekirina wê, Dibistana Bazirganî li Heran El-‘Ewamîdê ya li Gundewarê Şamê vekir; ew jî di çarçoveya wê projeyê de tê ku nûjenkirina 10 dibistanên zîyandîtî li parêzgehên Gundewarê Şamê û Himsê armanc digire.
Rêveberê Cîbicîkar ê Sazîya “Şam a Mirovî” Ramî Recûb di daxuyanîyekê de ji SANAyê re zelal kir ku ev proje giringîya hevpişkîya di navbera alîyên hikûmî, alîyên dayinde, rêxistin û sektora taybet de di piştgirîkirina proseya perwerdeyê de dide xuyakirin.
Recûb amaje pê kir ku nûjenkirina dibistanan, jêrxaneyeke guncaw ji bo perwerdeyê peyda dike; her wiha giringîya berdewamkirina kar ji bo nûjenkirina dibistanan û başkirina jîngeha wan a fêrkirinê, û xwespartina li şêwaz û rêbazên perwerdeyê yên nûjen piştrast kir, bi rengekî ku bandoreke erênî li asta xwendekaran bike û şîyan û karînên wan ên fêrbûnê xurt bike.






