Laziqîyê–SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li Parêzgeha Laziqîyê, bi hevkarîya şaxê Dijterorê, neh firokevanên ku tevlî encamdana tawanên şer li dijî gelê Sûrîyê bûne, girtin.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî duh Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê, ji zarê fermandarê ewlehîya navxweyî a parêzgehê ragihand ku ev operasyon piştî çavdêrî, şopandin, komkirina agahîyan û lêpirsîneke berfireh pêk hatiye, ku di encamê de zincîre operasyonên ewlehîyê yên serkeftî û taybet hatine lidarxistin.
El-Ehmed da zanîn ku kesên hatine girtin ev in: Emîdê Rukin Menhel Enwer Salih, Emîd Samî Îbrahîm Mehmûd, Emîd Xîyas Elî El-Rehîye, Eqîd Îsa Îzedîn Xedûr, Eqîd Merwan Selah Nafiş, Eqîd Beşar Semîr Wenûs, Muqedem Eyhem Hemze Elya, Neqîb Eyhem Ehmed Dawûd û Neqîb Emar Îsa Cuneydî.
Navborî her wiha anî ziman ku kesên navhatî bi rêya bikaranîna pêgehên xwe yên leşkerî û pisporîya xwe ya di balafirên şer û helîkopteran de, li çend parêzgehan beşdarî encamdana tawan û binpêkirinên li dijî miletê Sûrîyê bûne.
Wî da zanîn jî ku ji ber bombebaran û êrîşên wan, hejmareke mezin a xelkê canê xwe ji dest daye yan birîndar bûne, zîyaneke mezin gihaye bajar û bajarokan, û bûye sedema koçberbûna xelkê ligel wêrankirina xanî, binesazî û sazgehên sivîl.








