Heleb-SANA
Duh Şemîyê, Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb di civîneke berfireh de ku parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, parêzgarê Dêrezorê Emîd Zîyad El-Ayiş, fermandarê Feyleqa Duyem Emîd Ewwad Mihemed El-Casim û alîkarê wezîrê parastinê bo herêma rojhilat Sîpan Hemo amade bûn, rola parêzgeha Helebê di karên Komîteya Serokatîyê ya Tevlêkirinê di dema borî de, nexasim dosyaya vegera koçberan bo bajar û gundên wan, gotûbêj kir.
Parêzgeha Helebê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku civîna ku li avahîya parêzgehê hat lidarxistin, tê de her wiha planên paşerojê û amadekarîyên pêwîst ên ewlehî, xizmetguzarî, meydanî û îdarî ji bo hêsankirina vegera şênîyan di qonaxa bê de, hatin gotûbêjkirin.
Parêzgarê Helebê di dawîya civînê de piştrast kir ku parêzgeh bi hevahengîya ligel alîyên pêwendîdar kar dike da ku pêdivîyên pêwîst ji bo vegera ewle ya şênîyan dabîn bike, bi awayekî ku beşdarî xurtkirina aramîyê li herêmê bibe.
Endamê Komîteya Serokatîyê û endamê Encumena Gel Dr. Mistefa Ebdî, Berdevkê Komîteya Serokatîyê ya Tevlêkirinê Ehmed El-Hîlalî, Rêveberê Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Hesekê Emîd Merwan El-Elî, her du cîgirên parêzgarê Helebê Fewaz Hîlal û Elî Henûra, û hejmarek ji endamên ofîsa cîbicîkar û berpirsên kutleyan di civînê de amade bûn.



