Der’a-SANA
Rêveberîya Ewqafê li parêzgeha Der’ayê, bi hevkarîya ligel Sazîya “Iqre'”, ahengeke çalakîyan û merasîmeke xelatkirinê ji bo zêdetirî 500 xwendekarên keç û kur ên hafizên Qurana Pîroz û Sîreta Pêxember û xwendekarên serkeftî yên dewreyên havînê yên ji her du bajarên Der’a û Busra El-Şamê û bajarokê Sehweyê, li ser tîyatroya dîrokî ya li Busra El-Şamê li dar xist.
Rêveberê Perwerdeya Şer’î û Şêxê Quranxwînan li Der’ayê, Şêx Eyhem El-Xewalde, duh Pêncşemê di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê piştrast kir ku xelatkirina hafizên Quranê di nava vê tîyatroya dîrokî de karekî berketî ye ku wê ronahîya di dilê zarokên me de diherike şênber dike, û nimûneyeke zindî ye ji bo vegera ummetê bo ol û dîroka xwe ya birûmet.
Navborî bang li xwendekaran kir ku bi tiştên ku ezber kirine kar bikin û wan di reftar û exlaqê xwe de bi cih bînin, her wiha keda berpirsên peymangehên jiberkirina Quranê û hewldanên wan bilind nirxandin.




