Idlib – SANA
Îro Pêncşemê, karwanê vegera bi dilxwazî ya 320 malbatî ji kampên Idlibê ber bi gundên wan ên li gundewarên Hema, Idlib, Hims, Şam û gundewarê wê û Helebê bi rê ket; bi çavdêrîya Parêzgeha Idlibê û hevkarîya navbera Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar, Komîserîya Bilind a Penaberan, Rêxistina Mezn, Heyva Sor a Erebî ya Sûrî û Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan.
Rêveberê Daîreya Bakur a Karûbarên Civakî û Kar li Danayê Mihemed Bakîr ji SANAyê re tekez kir ku ev karwan di çarçoveya planeke berdewam de tê, ji bo hêsankirina vegerê bi rêya peydakirina otomobîlên veguhestinê û alîkarîyan bi hevahengîya ligel hevparên ji dezgehên mirovî. Her wiha dîyar kir ku tomarkirin berdewam e, bi rêya 3 karwanan di hefteyê de wek hejmarek navîn, ku her karwanek ji 200 heta 250 malbatî li xwe digire. Di heman demê de bal kişand ser kar û bizava berdewam a hemû alîyên pêwendîdar ji bo gihîştina armanca “sifir kon”.
Berpirsê hevrêzkarî û birêvebirina sektora kampan li Komîserîya Bilind a Penaberan Menaf Hemam, dîyar kir ku piranîya kesên vedigerin, berê xwe didin parêzgeha Hemayê, û kar bi hevahengîya ligel alîyên xwecihî û nivîsgehên Komîserîyê bi rê ve diçe, ji bo misogerkirina berdewamîya vegerê û girêdana wê bi pêdivîyên bingehîn re yên li herêmên wan, ligel peydakirina aramîya bi ewlehî û rûmet ji bo hemû malbatên vedigerin deverên xwe yên resen.
Hestên vegera bo welêt
Mihemmed El-Ne’san ji gundê El-Zekatê ye, tekez kir ku ew û malbata xwe ji demeke dirêj ve li benda vegera ser axa xwe ne, ku ji sala 2012an ve di bin darê zorê de jê derketibûn, û kêfxweşîya xwe bi vegera bo warê xwe anî ziman.
Fatîme Ebdilmewla ku ji devera Xabê ya Hemayê ye, bal kişand ser wê yekê ku tiştek cihê vegera șûna mirov nagire, çendî astengî hebin jî, bi taybetî piştî koçberî û êşên ku ev zêdetirî deh salan e ku tê de dijîn, kêfxweşîya xwe bi dîtina zarokên xwe û cîranên xwe yên kevin li gundê xwe, dîyar kir.


