Quneytire – SANA
Kumpanya Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li parêzgeha Quneytireyê, piştî rawestana pompekirina avê ji bîra stasyona ava Eyn Ferîxeyê ji ber peydabûna hin girikbûnê di ava wê de, ava vexwarinê bi rêya tankeran ji bo welatîyên gundê Eyn El-Tînê yê li gundewarê başûrê Quneytireyê dabîn kir.
Rêveberê Giştî yê Kumpanya Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Quneytireyê Salim El-Bexît di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re, dîyar kir ku kumpanyê piştî dîtina hin girikbûnê di avê de, pompekirin ji bîrê rawestand û av ji çavkanîyên alternatîf bi rêya tankeran li ser welatîyên gundên ku bandor li wan bûye, belav kir.
El-Bexît destnîşan kir ku belavkirina ava vexwarinê bi tankeran, îro gundê Eyn El-Tînê li xwe girt, bi armanca dabînkirina pêdivîyên xelkê yên avê.
Ev rêkar di çarçoveya xemxwarîya misogerkirina berdewamîya dabînkirina ava vexwarinê ji bo welatîyan li Quneytireyê û parastina kalîteya ava ku ji wan re tê pêşkêşkirin de têne standin, bi taybetî di werza havînê de û li gel hewcedarîya mezin ya avê di vê werzê de.


