Hesekê-SANA
Şandeke hikûmî ji Wezareta Dadê bi serokatîya Dozgerê Giştî yê Sûrîyê, dadwer Hesan El-Turbe gihîşt parêzgeha Hesekê.
Rêveberîya Ragihandinê li Hesekê di kanala xwe ya Telegramê de, îro Yekşemê, dîyar kir ku şand bi Parêzgar Nûredîn Ehmed re civîya, bi amadebûna tîma serokatîyê, ji bo gotûbêjkirina çalakkirina sazîyên dadwerî û dadgehan li parêzgehê.
Her wiha dadwer Hesan El-Turbe bi kadroyên dadwerîyê re li Koşka Dadê ya bajarê Hesekê civîya, wekî amadekarîyekê ji bo jinûve-çalakkirin û birêxistinkirina karên dadwerî.
