Siweyda-SANA
Îro Sêşemê, karwanekî alîkarîyên mirovî ku ji 30 barhilgerên barkirî bi ard, pêdivîyên bijîşkî, vaksîn û sotemenîyê pêk tê, derbasî bajarê Siwêdayê bû. Ev alîkarî bi piştgirîya Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê, Rêxistina Heyva Sor a Erebî ya Sûrî û Bernameya Xurekê ya Cîhanî û bi hevrêzkarîya ligel parêzgeha Siwêdayê hat peydakirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev karwanê duyemîn e ku di nava kêmtirî hefteyekê de derbasî parêzgeha Siwêdayê dibe.





