Idlib – SANA
Li gorî amara ne dawî ya qurbanîyên teqîna ku îro Çarşemê di embareke demkî ya komkirina çek û bermahîyên şer de li ser otobana Sermedayê li gundewarê bakurê Idlibê rû da, hejmar gihişt 14 kuştî û 11 birîndaran.
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberîya Tenduristîyê ya Idlibê Subhî Esaf di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê da zanîn ku birînên birîndaran di asta sivik û navîn de ne, her wiha bal kişand ser egera zêdebûna hejmara qurbanîyan.
Esaf her wiha anî ziman ku tîmên pergala awarte, hawarçûn û rewşên lezgîn, tevî tîmên Parastina Sivîl, xebatên xwe li cihê bûyerê didomînin da ku pêşî li rûdana teqînên nû bigirin û ewlehîya welatîyan biparêzin.