Reqa-SANA
Encumena Bajarê Tebqayê li parêzgeha Reqayê, dest bi cîbicîkirina projeya bazarê ya taybet bi besteyan (firoşkarên gerok) kir, ev yek di çarçoveya hewlên wê yên ji bo rêkxistina karên bazirganî û kêmkirina qerebalixîya li bazarên sereke yên bajêr tê.
Rêveberê Geşepêdana Îdarî di encumenê de, Omer El-Edhan, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Pêncşemê dîyar kir ku ev proje wekî temamkera plansazîyên ji bo ji nû ve rêkxistina bajêr piştî rizgarkirina wî tê. Her wiha amaje pê kir ku proje bi rêya veberhênanê tê cîbicîkirin û tê pêşbînîkirin ku di demeke nêz de bikeve xizmetê.

El-Edhan da zanîn ku armanca bazara nû ew e ku hejmarên zêde yên firoşkarên ku di dema borî de li kolan û bazarên giştî belav bûbûn li xwe bigire; ev yek bûbû sedema fişareke mezin li ser tevgera bazirganî û astengkirina hatûçûna niştecihan.
Encumenê kirêya mehane ya her dikanekê bi 25 dolaran dîyar kir, ligel karîna dayîna mehane yan salane, da ku li gorî rewşa firoşkaran be.



