Şam-SANA
Rêveberê Îdareya Karûbarên Mizgeftan li Wezareta Ewqafê Qasim El-Ze’terî, ji nêzîk ve li ser asta amadebaşîya şaxê Peymangeha Amadekirina Mela û Gotarbêjan li Şamê û temamkirina hemû amadekarîyên lojîstîkî û teknîkî yên pêwîst sekinî, wek amadekarîyekê ji bo vekirin û destpêkirina karên wê.
Wezareta Ewqafê duh Sêşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku El-Ze’terî di dema gera xwe de ji berpirsên projeyê li şîroveyeke berfireh derbarê amadekarîyên dawî yên bi mebesta destpêkirina proseya perwerdehî û rahênanê ya ji bo kadroyên olî, guhdarî kir.
Navborî tekezî li ser girîngîya vî şaxî kir di pêşxistina gotara olî û amadekirina mela û gotarbêjan de, li gorî rêbazên bangewazîyê yên pejirandî yên ku pêdivîyên civakê dabîn dikin û hizra hevseng diçespînin.
Wezareta Ewqafê hewldanên xwe berdewam dike ji bo bilindkirina asta performansa zanistî û gotarbêjî ya gotarbêjan, bi awayekî ku belavkirina hizira Îslamî ya hevseng, çespandina nirxên lêborîn û hevsengîyê, û yekkirina naverokên gotara olî ji bo xizmetkirina dozên civakê, misoger bike.


