Tertûs-SANA
Rêveberîya Çandinîyê ya Parêzgeha Tertûsê berhema zeytûnan a parêzgehê ji bo werzê îsal wekî nêzîkî 127 hezar tonan texmîn kir; ev di demekê de ye ku berhema sala borî tenê 10 hezar ton bû.
Rêveberê Çandinîyê yê Tertûsê Endezyar Mihemed Ehmed, duh Pêncşemê di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku ev zêdebûna berbiçav a berhemê vedigere peydabûna mercên keşûhewayê yên kêrhatî, bi taybetî nizmîya pileyên germê û guncawîya rêjeya barîna baranê.
Her wiha Ehmed destnîşan kir ku cîbicîkirina plana birêvebirina hevgirtî ya nehêlana derdên riwek û gîyayan, nexasim nexweşîya Çavê Tawisê û mêşa fêkîyên zeytûnê, bandoreke erênî li ser tibab û kalîteya berhemê kiriye.
Navborî da zanîn ku bi gelemperî nêzîkî 11 milyon darên zeytûnan li Parêzgeha Tertûsê hene û ji vê hejmarê 10 milyon dar berhemdar in.
Rêveberê Çandinîyê yê Tertûsê Endezyar Mihemed Ehmed amaje bi wê yekê kir ku dema çinînê ji alîyê Nivîsgeha Zeytûnan li Wezareta Çandinîyê ve, li gorî pîwerên zanistî, mercên keşûhewayê û qonaxa stewîna berhemê tê dîyarkirin.

