Quneytira-SANA
Îro Duşemê, Hêzên Îsraîla Dagîrker derbasî bajarokê Cebata El-Xeşeb û gundê Ofanyayê li gundewarê Quneytirayê yê bakur bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê derbasî ser rêya di navbera Bajarokê Cebata El-Xeşeb û gundê Ofanyayê de li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû, û xaleke kontrolê ya demkî danî û kontrola rêwîyan kir, her weha nûçegihan destnîşan kir ku di dema derbasbûnê de ti rewşên girtinê nehatine tomarkirin, berî ku ew hêz ji cihê xwe vekişe.
Sûrîye bi berdewamî daxwaza derketina hêzên Îsraîlê ji xaka xwe dike, û tekez dike ku hemû karên Îsraîl li başûrê Sûrîyê dike betal û bêkêr in, û ti bandoreke wan a yasayî nîne.

