Şam-SANA
Çalakîyên gera 63eym a Pêşangeha Navdewletî ya Şamê, di roja xwe ya heştan di nav girseyeke serlêdana cemawerî de berdewam in. Pêşangeh çalakîyên aborî, çandî, hunerî, pêşbazîyên kartêker, çalakîyên ji bo zarokan, her wiha semînar û dîbeytan di nav xwe de dicivîne.
Di pêşangehê de Parêzgeha Şamê înîsyatîfa “Pêşbazîya XP” da destpêkirin, ji bo enerjîya ciwanan di warê çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarîyê yên li dibistan, baxçe û kolanan de bi kar bîne. Her wiha Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê ya Sûrîyê, bernameya “Temkîn”ê da destpêkirin, da ku kadroyên pîşeyî perwerde bike û piştgirîya darayî ji projeyên wan re dabîn bike. Li ser asta hevkarîya navdewletî jî, ji bo xurtkirina veberhênana di warê çandinîyê de bîrnameyên hemahengîyê di navbera wezaretên çandinîyê yên Sûrîye û Erebistana Siûdî de hatin îmzekirin.
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişknînê, semînarek bi navê “Têkoşîna li dijî gendelîyê.. berpirsîyarîyeke hevpar e” bi beşdarbûna serokê desteyê Amir El-Elî û şêwirmendê serokatîya komarê Dr. Ehmed Muwefeq Zêdan li dar xist. Semînarê bal bir ser xurtkirina destpakî û şefafiyetê, û çalakkirina rûniştinên guhdarîkirina meydanî li parêzgehan ji bo wergirtina gilî û gazincên welatîyan ên derbarê gendelî û bertîlan de.
Ji alîyê xwe ve, Desteya Plandanîn û Serjimêrîyê, semînara “Serjimêrîyên avahîsazî û avakirinê” li dar xist, armanca wê gotûbêjkirina amadekirina projeya pergala neteweyî ya ji bo rêvebirina vejîn û jinûveavakirinê ye, da ku ji nirxandina endezyarî derbasî nirxandina aborî bibe bi mebesta komkirina daneyan û piştgirîkirina biryarên plandanîn û fînansekirinê bi rêya kanaleke yekgirtî. Her wiha Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê di dîbeyteke dîyalogê de astengîyên tên pêşîya sektorên bazirganî û pîşesazîyê û rêyên xurtkirina şefafiyet û avakirina torên aborî, gotûbêj kirin.
Çalakîyên pêşangehê heta çarê vê meha Îlonê bi beşdarbûneke berfireh a şirketên herêmî, Erebî û bîyanî berdewam dikin.






