Reqa-SANA
Şandek ji Wezareta Karên Giştî û Niştecihkirinê, piştî rizgarkirina parêzgeha Reqayê, serdana bajêr kir. Ev serdan di çarçoveya şopandina rewşa xizmetguzarî û niştecihkirinê de hat, da ku bingehên destwerdana lezgîn a hikûmetê di qonaxa nûjenkirinê de werin danîn.
Alîkarê Wezîr Mahir Xelûf serokatîya şandê kir û ligel Parêzgarê Reqayê Ebdurrehman Selame civîya. Di civînê de rewşa niha ya parêzgehê, destnîşankirina pêdivîyên herî girîng û rêyên çalakkirina karê wezaret û sazîyên wê di hemû beşan de hatin gotûbêjkirina.
Şandeya ku rêveberên şaxên kompanyayên cîbicîkirin, lêkolîn û hevkarîya niştecihkirinê di nav de bûn, li rewşa binesazî û avahîyan nêrî. Armanc ji vê yekê amadekirina planên destwerdana lezgîn e ji bo baştirkirina xizmetên bingehîn, lezkirina geşepêdanê û piştgirîkirina aramkirina rewşa xelkê.
Ev serdan hevdem e ligel belavbûna Artêşa Erebî ya Sûrîyê li parêzgehê ji bo parastina wê û sepandina serwerîya dewletê, wek amadekarîyekê ji bo vegera sazîyên hikûmetê û destpêkirina karên wan.

