Idlib-SANA
Parêzgarê Idlibê Mihemed Ebdilrehman, duh Pêncşemê ragihand ku karên nûjenkirin û amadekirina dibistanan li parêzgehê, digel 200 dibistanên cuda, berdewam dikin. Ev yek di çarçoveya planekê de ye ji bo çareserkirina wan zirarên ku di salên borî de gihîştine sazîyên perwerdeyê û baştirkirina jîngeha dibistanê, wekî amadekarîyekê ji bo destpêkirina sala xwendinê ya nû di çarçoveya kempîna “Wefadarîya ji bo Idlibê” de.
Di daxuyanîyekê de ku parêzgeha Idlibê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kir, Ebdilrehman plana nûjenkirin û amadekirina dibistanan ji bo sala xwendinê ya nû di çarçoveya kempîna “Wefadarîya ji bo Idlibê” de pêşkêş kir û dîyar kir ku parêzgehê zêdetirî 600 dibistanan ji nû ve nûjen û amade kirine. Di çarçoveya hewldanên berdewam ji bo pêşxistina sektora perwerdeyê û baştirkirina jîngeha dibistanê, ligel dabînkirina pêdawîstîyên wan ên bingehîn; her wekî kursî, mase, textereş, mobîlya û kelûpelên pêwîst, bi awayekî ku dabînkirina jîngeheke perwerdeyê ya guncaw ji bo xwendekaran misoger bike.
Ebdilrehman li dawîyê jî eşkere kir ku parêzgeh xwe amade dike ji bo ku 50 dibistanên nû di nava çend rojên bê de piştî nûjenkirina wan veke; hevdem ligel amadekarîyên destpêkirina sala xwendinê ya nû, ligel dabînkirina hemû kelûpelên perwerdeyê.