Reqa-SANA
Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Mahir Xelîl El-Hesen, li mekanîzmaya kar li çend navendên wergirtina dexlûdan li parêzgeha Reqayê mêze kir. Rêveberê Bazirganîya Hundirîn û Parastina Bikarhêneran Salih El-Ehmed û Rêveberê Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdan Hesen El-Mihemmed jî di vê gera Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê de amade bûn.
Îro Pêncşemê, Wezareta Aborî li ser Telegramê ragihand ku vê gerê navendên El-Rafîqe, El-Bilêx, Hinêde, El-Bûasî, El-Şerkirak û El-Galtayê li xwe girt. Alîkarê wezîr li wir ji nêz ve li rêkarên wergirtin û pişkinînê nêrî û karê komîteyên taybetmend û odeyên teknîkî li navendên wergirtinê şopand.
Di dema gerê de, El-Hesen tekezî li ser pêwîstîya hêsankirina rêkarên wergirtina berhema genim ji cotkaran kir û daxwaz kir ku xizmetên herî baş ji wan re werin pêşkêşkirin û kelemên li pêşîya wan bên rakirin da ku kar bi hêsanî bi rê ve here.
Her wiha navborî guhdarîya gilî û gazinên çend cotkaran jî kir, xasma yên girêdayî girtina dorê bi rêya platforma elektronîk û zehmetîyên ku di dema veguhastina berheman de rastî wan tên.