Hesekê-SANA
Îro Înê, di encama teqînekê de li pêşîya Koşka Dadê ya li bajarê Hesekê, zarokekî û bavê xwe jîyana xwe ji dest dane.
Jêdereke ewlehîyê ji SANAyê re dîyar kir ku teqîna ku derdora saet neh û nîvê sibehê rû daye, ji ber bombeyeke destan pêk hatiye.
Rêveberê Tenduristîya Hesekê Dr. Xalid El-Xalid ragihand ku beşê hawarçûnê mêrekî ku dora sih salî xuya dikir û zarokekî 13 salî piştî birîndarbûna wan di teqînê de wergirtinê, her wiha destnîşan kir ku wan ji ber girranîya birînên xwe jîyana xwe ji dest dane.
El-Xalid bal kişand ser wê yekê ku ji ber nebûna tu belgeyên fermî ligel wan, nasnameya her du kesan heta niha nehatiye naskirin.