Idlib – SANA
Duh Çarşemê, di encama teqîna guleyekê ji bermayîyên rejîma têkçûyî de, li bajarokê Telminisê yê li gundewarê başûrê parêzgeha Idlibê, çar zarok birîndar bûn.
Serekê Beşê Çareserkirina Lezgîn li Nexweşxaneya Zanîngeha Idlibê, Dr. Ridwan Rehme, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku kadroyên tibî yên nexweşxaneyê piştî gihîştina sê birîndaran yekser dest bi dermankirinê kir û kontrol û tehlîlên pêwîst yên lezgîn encam dan, di demekê de ku rewşa zarokê çarem hewcedarî bi razana li nexweşxaneyê nebû.
Rehme bal kişand ser wê yekê ku Nexweşxaneya Zanîngeha Idlibê di amadebaşîya tam de ye ji bo pêşwazîkirina hemû birîndarên bermayîyên şer, bi saya hebûna hemû pisporîyên çareserkirina lezgîn û neştergerîyên pêwîst ji bo pêşkêşkirina alîkarîya bijîşkî ji birîndaran re. Her wiha bang li malbatan kir ku ji bermahîyên şer yên ku rejîma hilweşyayî li pey xwe hiştine haydar bin û dema ku tiştekî gumanbar an texmîn hebe ku ew ji bermayîyên şer e bibînin, Parastina Sivîl agahdar bikin.