Idlib-SANA
Parêzgeha Idlibê bi hevkarîya Wezareta Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan, duyemîn kampanya rakirina kavil û wêranîyan di çarçoveya projeya sala 2026an de da destpêkirin. Armanca Kampanyê ew e ku nêzî 750 hezar metre kupên kavilan li 5 bajar û bajarokan rake, ku ew jî ev in: Idlib, Erîha, Xan Şêxûn, Me’eret El-Nu’man û Cisir El-Şuxûr, wekî amadekarîyekê ji bo nûjenkirina deverên zirar gihaye wan û amadekirina jêrxaneyê.
Çavdêrê projeyê, Huseyîn Tu’me, dîyar kir ku kampanya ji bajarokê Me’er Şemşe yê li gundewarê rojhilatê Me’eret El-Nu’man dest pê kiriye û dê heta dawîya vê salê berdewam bike. Armanc jê ew e ku rêyan veke, taxan paqij bike û rewşa xizmetguzarî û jîngehê baştir bike ji bo nûjenkirina jêrxaneyê û jinûveavakirinê. Proje hejmareke bajarokên li gundewarê başûrê Idlibê li xwe digire wekî: Dêr Şerqî, Dêr Xerbî, Besîda, El-Xedfe, Me’er Şûrîn, Hezarîn, Cercenaz, Me’eret Hirme û El-Şêx Mistefa, ligel çend deverên din.
Tu’me her wiha got ku rakirina kavilan asta ewlehîya giştî bilind dike, dîmena bajêr baştir dike û rê ji bo cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî û geşepêdanê xweş dike, li gel dana pêşîneyê ji bo deverên herî zêde zirar dîtine. Di heman demê de tekez kir ku ev proje qonaxa dawî ya nehiştina kavil û şûnmayîyan li parêzgehê ye.
Ji alîyê xwe ve, hejmarek ji şênîyên bajarokê Me’er Şemşê tekez kir ku rakirina kavilan gaveke giring e ji bo amadekirina deverê li ber vegera şênîyan û destpêkirina jîyana wan a asayî, piştî ku ew bermahî li pêşîya çûnûhatinê dibûn asteng.


