Reqa-SANA
Serokê Daîreya Îstgehên Avdanê li Reqayê Mehmûd El-Ferec, amadebaşîya teknîkî ya tevahîya îstgehan û derneketina yekî ji wan jî ji xizmetê ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê tekez kir.
El-Ferec di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re îro Pêncşemê zelal kir ku hejmara îstgehên avdanê yên ser bi rêveberîyê ve digihîje 33 îstgehan. Îstgeha Tawî Riman û El-Kerame nêzî herikîna çem û di nav xeleka metirsîyê de ne, lê av negihîştiye amûrên wan ên teknîkî, û av tenê li derdora wan cihan sînordar ma bêyî ku tu zirar çêbibin.
Rawestana hinek îstgehan vedigere bidawîbûna werza zivistanê û destpêkirina qonaxa “sekinandina avê li ser genim” ji bo dema 15 heta 20 rojan. Rêveberî pêşbînî dike ku rewş di nîvê meha bê de vegere ya asayî, hevdem ligel berdewamkirina amadebaşîya tîmên şopandina meydanî.
