Dera-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Derayê, Muqedemê berê yê polîsên rejîma rûxandî, yê bi navê Mus`eb Ebû Rukbe girtin.
Îro Şemîyê, Hêzên Ewlekarîya Hundirîn di kanala xwe ya Telegramê de ragihandin ku, di çarçoveya hewldanên têkoşîna li dijî terorê û xurtkirina aramî û ewlehîyê de, Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li Derayê kesê bi navê Mus`eb Ebû Rukbe girt.
Navborî Muqedemekî berê bû di Şaxê Ewlekarîya Sîyasî de li Reqayê di serdema rejîma rûxandî de.
Ev girtin di çarçoveya operasyonên ewlehîyê yên berdewam de ji bo şopandina kesên ku destê wan di dozên terorê de heye û wergirtina rêkarên yasayî yên pêwîst li hember wan pêk hat.