Dêrezor-SANA
Şaxê Trafîkê li parêzgeha Dêrezorê, kampanyên xwe yên meydanî ji bo kontrolkirina wesayîtên binpêker ên ku gilopên xurt “zenon”ê bi kar tînin berdewam dike. Ev yek jî di çarçoveya hewldanên wê yên domdar de ji bo misogerkirina silametîya giştî tê.
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgehê, duh Înê li ser rûpela xwe ya Facebookê dîyar kir ku ev rêkar ji bo kêmkirina bûyerên trafîkê tên girtin, ji ber ku ev ronahî dîtinê asteng dikin û dibin metirsîyeke rasterast li ser jîyana kesên ku van rêyan bi kar tînin.
Dewrîye ji bo dabînkirina jîngeheke trafîkê ya ewle ji bo her kesî, li ser wergirtina tedbîrên yasayî yên rêgir li dijî binpêkeran dixebitin.
Kampanya di 9ê vê mehê de dest pê kir, piştî zêdebûna gazin û gilîyên li ser ronahîyên xurt, ji ber wê zirara ku digihînin bikarhênerên rêyan û ajokarên wesayîtan.


