Heseke-SANA
Şandeyeke Şirketa Sûrîyê ya Petrolê îro duşemê, bi hevrêtîya Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Hesekê Emîd Merwan El-Elî, serdana Rêveberîya Zevîyên Hesekê kir û ligel rêveberîya wê civîya. Ev serdan wekî bicihanîna xalên peymana wergirtina zevîyên Rimêlan û Siwêdîyê ji hêla sazîyên Dewleta Sûrîyê ve hat kirin.
Şandeyê kongreyeke rojnamevanî li dar xist û tê de bersiva pirsên rojnamevanan da, yên derbarê paşeroja wan zevîyan û awayê birêvebirina wan, daxistina bihayên sotemenîyê piştî destpêkirina hilberîna fermî û egera veqetandina beşekê ji dahatan ji bo herêmê.
Şandeyê her wiha li zevîya petrolê ya “El-Ewde” ya ser bi zevîyên Rimêlanê ve li gundewarê Qamişlo gerîya; di wê gerê de ji nêz ve rewşa zevîyan şopand û guh da daxwazên karkeran.
Cîgirê Serokê Cîbicîkar ê Şirketa Sûrîyê ya Petrolê Welîd El-Yûsif di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku serdanê hevdîtina stafê Rêveberîya Zevîyên Hesekê û hejmarek zevîyên petrolê li xwe girt. El-Yûsif da zanîn ku hin peyman bi şirketê re hatine îmzekirin ku dê beşdarî piştgirîya her du sektorên petrol û gazê bibin û bi vî rengî binesazîya li bajarê Rimêlanê pêş bixin.
Navborî destnîşan kir ku Şirketa Sûrîyê ya Petrolê dê karmendan di karên wan de bihêle û mûçeyên wan zêdetir bike û spasîya karkerên wan zevîyên petrolê yên girîng kir ku ew zevî parastine.

