Dêrazor – SANA
Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Basil Ebdilhenan û Rêveberê Giştî yê Bajarên Pîşesazîyê Ehmed Kurdî, ligel Parêzgarê Dêrezorê Zîyad El-Ayiş, rewşa sektora pîşesazîyê li parêzgehê û rêyên pêşxistina wê gotûbêj kirin. Ev yek di civînekê de ku li avahîya parêzgehê bi beşdarbûna hejmareke rêveberên sazîyên peywendîdar hate sazkirin, pêk hat.
Civînê plan û bernameyên pêşnîyarkirî ji bo çalakkirina Bajarê Pîşesazîyê li Dêrezorê û dabînkirina pêdivîyên xebitandina wî wek jêrxane û xizmetguzarîyên bingehîn nirxandin; bi awayekî ku jîngeha veberhênanê xurt bike û veberhêneran han bide ji bo sazkirina projeyên nû û nûjenkirina sazîyên heyî.
Her wiha beşdaran astengî û zehmetîyên herî berbiçav ên li pêşîya vegera sazîyên pîşesazîyê bo ser kar gotûbêj kirin, da ku pîşesazî carek din çalak bibe û piştgirîya aborîya herêmî bê kirin.
Beşdaran biryara avakirina tîmên teknîkî yên hevbeş ku sazîyên peywendîdar li xwe digre dan, ji bo amadekirina lêkolînên hûrgulî derbarê rewşa sektora pîşesazîyê û pêdivîyên pêwîst bo nûjenkirin û çalakkirina Bajarê Pîşesazîyê û sazîyên parêzgehê, wek rêxweşkirinê ji bo destpêkirina cîbicîkirina gavên pratîkî li ser erdê.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê di hewldanên xwe yên ji bo nûjenkirina bajar û herêmên pîşesazî û kargehan de berdewam e, bi awayekî ku hemgav be ligel qonaxa başbûna aborî û vegera çalakîya hilberîn û pîşesazîyê li parêzgehê bihêz bike.
