Dera-SANA
Hejmara pêketîyên kulbûna kezebê ya veguhêz (A) li bajarokê Meheceyê li gundewarê Derayê, gihîşt 114 rewşên ku bi testên taqîgehê hatine piştrastkirin.
Serokê Beşa Nexweşîyên Veguhêz û Neveguhêz li Rêveberîya Tenduristîyê ya Derayê Dr. Nayil El-Zûbî, duh Înê ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku Rêveberîya Tenduristîyê bi hevkarîya hevparên ji Sazîya Ava Vexwarinê, Kompanya Kanalîzasyonê, Rêxistina Bijîşkên Bêsînor (beşê Spanyayê) û Komeleya Bijîşkî ya Rusulê, gera duyemîn a bersivdayînê li bajarokê Meheceyê pêk anîn.

El-Zûbî di vî warî de bal kişand ser wê yekê ku Rêveberîya Tenduristîyê ferman daye Beşa Tenduristîya Dibistanan ku depoyên avê yên li dibistanan paqij bikin. Ev yek hevdem e bi lidarxistina semînerên tenduristîyê û belavkirina peyamên hişyarîyê ji bo malbat û xwendekaran, da ku nexweşîyê, awayên veguhastinê û rêyên parastinê nas bikin.


