Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Şêx Leys El-Bel’ûs Kuştina Şêx Ra’id El-Metnî Şermezar Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Siwêda > Şêx Leys El-Bel’ûs Kuştina Şêx Ra’id El-Metnî Şermezar Dike

Şêx Leys El-Bel’ûs Kuştina Şêx Ra’id El-Metnî Şermezar Dike

Hat weşandin: 2025/12/02 10:08 PM
Hat nûkirin: 2025/12/02 10:08 PM

Şam – SANA

Şêx Leys El-Belûs şîna Şêx Raid El-Metnî ragihand, ku çavkanîyên herêmî li parêzgeha Siwêdayê dîyar kirin ku wî li girtîgehên komikên deryasayî yên bi navê “Pasevanên Niştimanî” di bin îşkenceyê de jîyana xwe ji dest daye. Şêx Leys El-Belûs “çeteyên cudaxwaz û xayinên welat” yên girêdayî Hikmet El-Hicrî û kesên li dorûbera wî berpirsyarên vê tawanê dîtin.

Şêx El-Belûs di daxuyanîyekê de ku li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir, got: “Îro em li ser karesateke nû şiyar bûn, ew jî kuştina Şêx Ebû Rêdan Raid El-Metnî ye li ser destê çeteyên cudaxwaz û xayinên welat, komika Hikmet û kesên li dorûbera wî.”

El-Belûs wiha pê de çû: “Wan Şêx Raid El-Metnî bi neheqî û dijmindarî girtin û mikurhatin di bin îşkenceya hovane de jê standin bêyî ku li pêş raya giştî yan alîyekî qanûnî belge bikin. Paşê ew bi awayekî hovane ku tenê li çeteyên dûrî nirx û adetên çîyê tê, kuştin.”

Şêx El-Belûs tekez kir ku: “Ev çete bi xwe ew in ku tawana kuştina endezyar Kerem Munzir û ciwanên din ên niştimanperwer kirine. Ew in ku li bajaroka Mezre’e û gundên wê dizî û talanî kirin û şewitandin. Ew in ku êrîşî mal û qûtê xelkê kirin û hurmeta şehîdan binpê kirin.”

Şêx El-Belûs daxuyanîya xwe wiha bi dawî kir: “Me gelek û pir caran hişyarî li ser van diz û kirêgirtîyan da, baskên rejîma hilweşîyayî û amûrên dagirkerê kujer, ku bazirganî bi xwîna şehîdên sivîl ên Çîyayê Ereban kirin.”

Şêx El-Belûs sersaxîyên xwe yên kûr pêşkêşî malbata Şêx El-Metnî kir û ji Xwedê xwest ku êşa wan sivik bike.

Bûyera kuştina Şêx Raid El-Metnî di çarçoveya rewşa bêserûberîya ewlehîyê de tê ku parêzgeha Siwêdayê tê re derbas dibe, ku komikên çekdar ên derveyî qanûnê di bin navê “Pasevanên Niştimanî” yên girêdayî Hikmet El-Hicrî lê belav bûne. Ev komik serkutî û girtinan pêk tînin û alîkarîyên mirovî didizin.

Ji Ber Lehîyê, Mirina Zarokekî û Girtina Rêya Esrîya-Xenasirê
Kampîna Simbilên Hêvîyê ya Hişyarkirina Derbarê Şewatan li Hesekê Dest Pê Kir
​Rêveberîya Rewşên Awarte ya Hesekê li Ciwanekî ku di Çemê Dîcleyê de Winda Bûye Digerin
Komîteya Lêpirsînên Bûyerên Siwêdayê Şêwazê Karê Xwe ji Şandeyeke Fransî re Şirove Kir
Hêzên Îsraîla Dagîrker derbasî gundewarê Quneytirayê yê bakur dibin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Şêx Leys El-BelûsŞêx Raid El-MetnîSiwêda
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?