Heseke-SANA
Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Parêzgeha Hesekê ragihand ku pompkirina ceribandinê ya ava Stasyona Elokê, ji demjinêr 10ê sibeha îro Pêncşemê, li çar taxên bajarê Hesekê dest pê kiriye; ew tax jî ev in: El-Ezîzîye, El-Telai’, El-Xezel û Xişman.
Şirketê dîyar kir ku pêvajoya pompkirinê dê 8 demjimêran berdewam bike, eger tiştekî awarte dernekeve holê.
Her wiha tekez kir ku divê ev av neyê vexwarin heta şirket daxuyanîyeke fermî di vî warî de belav bike.
Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Parêzgeha Hesekê bang li xelkê kir ku avê ji bo karên li derveyî vexwarinê bi kar bînin û pabendî rênima û rênîşanderîyên şirketê bin, ji bo parastina ewlehîya giştî.