Heleb – SANA
Wezareta Rewşa Awarte û Birêvebirina Karesatan bang li welatîyan kir ku pabendî rênimayên ewlehîya giştî bin, hemwextî vekirina cihokên avdanê yên ku ava xwe ji Bendava Meydankê li gundewarê bakurê Helebê werdigirin.
Wezaretê her wiha hişyarî ji metirsîya bilindbûna asta avê û zêdebûna leza herikîna wê di dema xebitandina cihokan de da.
Li gorî kanala Parastina Sivîl li ser Telegramê, duh Çarşemê, Fermangeha Hişyarîya Zû li Wezareta Rewşa Awarte dîyar kir ku cihokên avdanê dê ji roja Îna bê, 31ê Tîrmehê ve, heta dawîya meha Îlonê werin vekirin (eger tiştekî awarte dernekeve holê).
Armanc ji vê yekê ceribandina torên avdanê û dabînkirina avê ji bo berhemên çandinîyê li wan herêmên ku li ser dirêjahîya cihokên avê ne.
Fermangeha Hişyarîya Zû li Wezareta Rewşa Awarte eşkere kir ku pêvajoya pompkirina avê dê bi qasî 2.5 metreyên sêca di çirkeyê de dest pê bike û piştre hêdî hêdî zêde bibe.
Ev yek dê bibe sedema bilindbûna asta avê û lezbûna herikîna wê, ku metirsîyê li ser jîyana kesên nêzî cihokên avê çêdike.